8ê adarê roja jinên cîhanê pîroz be!




8 Adar di qada navnetewî de roja jinan ya tekoşîna dijî zêrandin, zordestî, ne yeksaniyê ye. Roja berxwedana li dijî newekheviya heqdestî, li nav malbatê de zêrandina du alî û di civatê de zordarî û tacîza li ser jinê ye. Roja parastina mafê jinan e. Hem roja cejnê û hem jî roja cengê ye.


8 Adar 1908 de li New York ê 15 hezar jinan dijî karkirina di bin mercên giran, dijî kêmwergirtina heqdestên xwe, dest bi mangirtinê kirin û ev tekoşîne bi hin mafên din ve berfireh bû wek, mafê bijartin û hilbijartinê.


Di welatên paşde mayî de ku mêr xwediyê desthilatê ne, cihê jinan midbex û lê nêrîn/xwedîkirina zarokan e. Ev helweste ku ya di pêzanîna dêr û mizgeftê, mixabin îro jî berdewam e.


Mixabin jina kurd wek li gelek cihên cîhanê, îro li her çar beşên Kurdistanê jî raberî êrîş, tund û tîjî dibin. Jin di mafên xwe yên civakî, aborî, tevîbûna jiyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî rastî neheqîyê tên.


Wekhevî û yeksanîbûna jin û mêran di civakê de ne tenê girêdayî bi tekoşîna jinan e, lê eve erkeke bingehîne li ser milê mêran jî. Zordarî û zêrandina li ser beşek ji civakê, tu car azadî û serweriya beşê din dabîn nake.


Di Kurdistana dagîrkirî de jin wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmê, bi rûmetî dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.


Tekoşîna Hafsa, Besê, Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkarên di rêya zadıyê de, têkoşîna me ye.


8ê Adara bila bibe roja bilind kirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilind kirina ala azadîya Kurdistanê.


Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)

8/3/2021

1 view0 comments

Recent Posts

See All